Zarokê ku li Tersûsê ket qenalê jiyana xwe ji dest da 2019-05-23 11:48:03   MÊRSÎN - Li Tersûsê zarokê bi navê Seyyid Mustafa Selim ê 5 salî ket qenalê û jiyana xwe ji dest da.    Li Navçeya Tersûsa Mêrsînê zarokê bi navê Seyyid Mustafa Selim ê 5 salî ket qenala kûrahiya wê metreyeke û jiyana xwe ji dest da. Seyidê ku ket qenalê ji aliyê welatiyên der û dorê ji qenalê hat derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tersûsê.    Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.