'Li Efrînê jiyan wekî dojehê bû'
- 09:05 22 Gulan 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde bi hezaran welatiyên li Efrînê li Şehbayê bi cih bûn û niha li wir berxwedana xwe didomînin. Jina bi navê H.E ya ku li Efrînê bûye şahidê gelek tiştan û niha li Şehbayê dimîne wiha got:"Her pêkanînên dijmirovî piştî êrîşên dewleta tirk û çeteyan şûnde li Efrînê hat kirin. Li Efrînê jiyan wekî dojehê bû."
Di 20'ê Çileyê 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde bi hezaran welatiyên li Efrînê li Şehbayê bi cih bûn û niha li wir berxwedana xwe didomînin. Jina bi navê H.E ya ku li Efrînê bûye şahidê gelek tiştan û niha li Şehbayê dimîne tiştên ku jiyaye wiha vegot:"Aramî û ewlehî li Efrînê tune bû. Gelek kes li ber çavên me hatin qetilkirin. Gelek îşkenceyên ku dihatin kirin jî dihatin veşartin."
'Bi taybet zilim li jinan dihat kirin'
H.E. da zanîn ku ew li Efrînê bûye şahidên gelek tiştî û wiha got:"Li Efrînê mirov tên revandin û di berdêla wê de çete pereyan dixwazin. Bi taybet zilim li jinan dihat kirin. Her wiha bi zorê cilên reş li jinan dikirin û jin nikaribûn tena serê xwe derketina derve. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk nedihiştin gel biçe nava erdê xwe, heta pere nêzî 2000 Dolar bidana."
'Li Efrînê jiyan wekî dojehê bû'
H.E. da zanîn ku ew piştre derbasî Şehbayê bûne û têkoşîna jiyanê dane û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Mirov piştî dagirkirina Efrînê êdî nikarin li Efrînê tehemul bikin. Her pêkanînên dijmirovî piştî êrîşên dewleta tirk û çeteyan şûnde li Efrînê hat kirin. Li Efrînê jiyan wekî dojehê bû. Aramî û ewlehî li Efrînê tune bû. Gelek kes li ber çavên me hatin qetilkirin. Gelek îşkenceyên ku dihatin kirin jî dihatin veşartin. Niha sînor jî di navbera Efrîn û Şehbayê çê dikin. Lê em ê her li berxwe bidin ku Efrîn bê rizgarkirin."