Çalakiya ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê li Qamişloyê didome

  • 15:10 21 Gulan 2019
  • Rojane
Civîn Husên-Rojda Seyîdxan
 
QAMIŞLO - Çalakiya  greva birçîbûnê ya ku bi armanca piştevaniya çalakvanên greva birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye  di roja pênçemîn de didome.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên şehîdan  li parka 19'ê Tîrmehê ya Qamişloyê bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk misoger bikin", ji bo piştgiriya çalakvanên grevên birçîbûnê ji bo azadî û şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja pêncemîn de berdewam dike. 
 
Di roja  pêncemîn de çalakvan ji navçeye Amûdê ketin grevê.  Çalakvan bi moralekî bilind û dirûşmeyên ' Bijî berxwedana Zindanan, Bijî Serok Apo, Em hemû Leyla ne',  çalakiya xwe didomînin. Her wiha Edaleta Jin, Dadgehên herêma Cizîrê, Malên Jin, Akademiya Mezopotamya ya Edaleta Civakî, Asayîşa Jin serdana çalakeran kirin û axavtin kirin. Di axaftinan de balkişandin ser pêwîstiya mezinkirina têkoşînê û heta dawiyê piştgiriya çalakvana bikin û Abdullah Ocalan xwe azad bikin. Jinên tevlî çalakiyê bûn nerînên xwe parve kirin.
 
'Em wek netewê Ereb kiryarên dewleta tirk şermezar dikin'
 
Jina ereb Ilham Husên wiha got: "Em pêşwaziya tevahî hevalên xwe dikin di bin konê îrade û israra azadiyê de. Em wek netewê ereb li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê van kiriyarên dewleta Tirk li ser gelê kurd şermezar dikin. Em soz didin çalakvanên grevên birçîbûnê û pêşenga me Leyla Guven ku têkoşîna xwe bi wan re bikin yek heta Rêber Apo azad bibe."
 
'Leyla nûnera jina azad û têkoşer e'
 
Jina Ereb Heyfa Salim jî ev tişt got: "Em îro tevlî vê çalakiyê dibin ku piştgiriya xwe ji çalakvanên di zindanên Tirkiyeyê de berxwe didin, nîşan didin. Leyla Guven ku ev 195 roj in çalakiya xwe didomîne,  nûnertiya jina azad û berxwdêr dike. Îro bi têkoşîna wê em xurtir dibin. Heta ku Rêber Apo yê ku riya Netewa Demokratîk ji me re pêşkêş kir azad nebe, em ê çalakiyên xwe bidomînin."
 
'Gel azadî û aramiyê dixwaze, ew jî daxwaza çalakvanên gerevên birçîbûnê ye'
 
Jina Sûriyan Ezîza Şêxmûs a Endama Rêveberiya Mala jina ya Sûriyan a li Kantona Hesekê ev yek anî ziman: "Ji bo piştgiriya Leyla û rêhevalên wê em jî tevlî çalakiyê bûn,  êdî gel azadî û aramiyê dixwaze, ev yek jî bi dawaza van berxwedêrên grevên birçîbûnê wê pêk were. Gel azadî û aramiyê dixwaze, ew jî daxwaza çalakvanên gerevên birçîbûnê ye."
 
Jina Suryan Rîma Rûmans jî bang li tevahî jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê kir ku piştevaniya xwe ji çalakvanan re nîşan bidin û gotin:"Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."