'Em ji qêrînên li zindanan bilind dibin bêdeng namînin'

  • 14:31 20 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Platforma Demokrasiyê anî ziman ku ew ji bo grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li dijî tecrîdê bêdeng namînin û wiha got:"Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê bidomînin."
 
Platforma Demokrasiyê ya Wanê ji bo balê bikşîne ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê daxuyanî da. Li daxuyaniya ku li ber avahiya ÇEV-DER'ê hat dayin de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. 
 
'Dê têkoşîna me bidome'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêvajoya grevên birçîbûnê hatiye asteke kirîtîk û wiha dewam kir:"Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê bidomînin. Divê mafên girtiyan bê dayin. Ji bo pirsgirêk çareser bibin divê demildest gav bê avêtin.Em ji qêrînên li zindanan bilind dibin bêdeng namînin."