Dayikên ku rojiya xwe bi xurme û avê vekirin: Zarokên me birçî bin em ê jî birçî bin

  • 11:54 20 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de rojiya xwe tenê bi av û xurme vekirin. Dayikan gotin:"Zarokên me birçî bin em ê jî birçî bin."
 
Bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi boneya meha remezanê li Parka Roboskî ya Kayapinarê sifreya rûyê erdê hat avakirin. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Musa Farisogullari, rêxistinên HDP û DBP'ê û gelek welatî beşdar bûn. 
 
'Bila daxwaz bên qebûlkirin'
 
Berî ku azan bê xwendin Halime Topuz a ku kurê wê Îhsan Topuz ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye wiha got:"Em bi rojî ne û zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Loma em nikarin tiştekî bixwin. Zarokên me birçî bin em ê jî birçî bin."
 
Ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê û grevên birçîbûnê di sofreya li ser rûyê erdê de rojî bi xurme û avê hat vekirin. Xizmên girtiyan ên ku rojiya xwe vekirin ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û grevên birçîbûnê bi dawî bibe dua kirin. 
 
Piştre bi erbaneyê strana "Zindana Diyarbekir" hat gotin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Hemû der zindan in hemû der serîhildan in " hatin berzkirin.