Dayikên ku rojiya xwe bi xurme û avê vekirin: Zarokên me birçî bin em ê jî birçî bin 2019-05-20 11:54:14   AMED - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de rojiya xwe tenê bi av û xurme vekirin. Dayikan gotin:"Zarokên me birçî bin em ê jî birçî bin."   Bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi boneya meha remezanê li Parka Roboskî ya Kayapinarê sifreya rûyê erdê hat avakirin. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Musa Farisogullari, rêxistinên HDP û DBP'ê û gelek welatî beşdar bûn.    'Bila daxwaz bên qebûlkirin'   Berî ku azan bê xwendin Halime Topuz a ku kurê wê Îhsan Topuz ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye wiha got:"Em bi rojî ne û zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Loma em nikarin tiştekî bixwin. Zarokên me birçî bin em ê jî birçî bin."   Ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê û grevên birçîbûnê di sofreya li ser rûyê erdê de rojî bi xurme û avê hat vekirin. Xizmên girtiyan ên ku rojiya xwe vekirin ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û grevên birçîbûnê bi dawî bibe dua kirin.    Piştre bi erbaneyê strana "Zindana Diyarbekir" hat gotin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Hemû der zindan in hemû der serîhildan in " hatin berzkirin.