Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan

  • 11:41 20 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL -  Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût û Serbay Koklu, ji bo dîtina bi muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên ku doh serlêdan kirin ji bo sibêhê daxwaza hevdîtinê kirin.
 
Parêzer Nevroz Ûysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan yekemcar 2'ê gulanê Abdullah Ocalan dîtibûn.