Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan 2019-05-20 11:41:49   STENBOL -  Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût û Serbay Koklu, ji bo dîtina bi muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên ku doh serlêdan kirin ji bo sibêhê daxwaza hevdîtinê kirin.   Parêzer Nevroz Ûysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan yekemcar 2'ê gulanê Abdullah Ocalan dîtibûn.