Ji ber strana bi Kurdî ji Leyla Guven re fezleke amade kirin!
- 14:12 17 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Derbarê Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ev 191 roj in di greva birçîbûnê de ye ji aliyê Buroya Parlamenteriyê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta ku Leyla Guven stran û sirûda Kurdî gotiye, hat xwestin ku destdayina wê rabe. Ji bo destdayin rabe daxwaz ji Wezareta Dadê hat kirin.
Ji ber ku Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ev 191 roj in di greva birçîbûnê de ye di 1'ê Mijdara 2018'an de ji ber ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê stran gotiye, ji aliyê Buroya Parlamenteriyê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta ku Leyla Guven stran û sirûda Kurdî gotiye, hat xwestin ku destdayina wê rabe. Ji bo destdayin rabe daxwaz ji Wezareta Dadê hat kirin. Bi sûcê "Kirina propagandaya rêxistinê û pesindayina sûc û sûdar" fezleke ji Leyla Guven re hat amadekirin û şandin Wezareta Edalatê.
Her wiha serdozgeriya daxwaz kir ku destnedayina Leyla Guven bê rakirin.