Ji ber strana bi Kurdî ji Leyla Guven re fezleke amade kirin! 2019-05-17 14:12:56   ENQERE - Derbarê Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ev 191 roj in di greva birçîbûnê de ye ji aliyê Buroya Parlamenteriyê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta ku Leyla Guven stran û sirûda Kurdî gotiye, hat xwestin ku destdayina wê rabe. Ji bo destdayin rabe daxwaz ji Wezareta Dadê hat kirin.    Ji ber ku Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ev 191 roj in di greva birçîbûnê de ye di 1'ê Mijdara 2018'an de ji ber ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê stran gotiye, ji aliyê Buroya Parlamenteriyê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta ku Leyla Guven stran û sirûda Kurdî gotiye, hat xwestin ku destdayina wê rabe. Ji bo destdayin rabe daxwaz ji Wezareta Dadê hat kirin. Bi sûcê "Kirina propagandaya rêxistinê û pesindayina sûc û sûdar" fezleke ji Leyla Guven re hat amadekirin û şandin Wezareta Edalatê.    Her wiha serdozgeriya daxwaz kir ku destnedayina Leyla Guven bê rakirin.