Dayikên girtiyan li gel mudaxaleyan çalakiya xwe pêk tînin

  • 14:02 16 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya dayikên girtiyan li Amedê li gel mudaxaleya polîsan  jî didome.  
 
Dayikên girtiyan greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji 1’ê Gulanê ve çalakiya wan a li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê tê qedexekirin, li Xaçerêya Batikentê hatin gel hev. Polîsan li vir dayikan dorpêç kir û mudaxaleyî wan kirin. Polîsan di mudaxaleyê de dayikan derb kir û dayika bi navê Hizal Yildirim binçav kir û paşê berdan.
 
Li gel vê mudaxaleya polîsan jî dayik Xaçerêya Batikentê terk nekir û çalakiya xwe didomînin û dayik bi dirûşmeyên xwe polîsan şermezar dikin.