Dayikên girtiyan li gel mudaxaleyan çalakiya xwe pêk tînin 2019-05-16 14:02:26   AMED - Çalakiya dayikên girtiyan li Amedê li gel mudaxaleya polîsan  jî didome.     Dayikên girtiyan greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji 1’ê Gulanê ve çalakiya wan a li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê tê qedexekirin, li Xaçerêya Batikentê hatin gel hev. Polîsan li vir dayikan dorpêç kir û mudaxaleyî wan kirin. Polîsan di mudaxaleyê de dayikan derb kir û dayika bi navê Hizal Yildirim binçav kir û paşê berdan.   Li gel vê mudaxaleya polîsan jî dayik Xaçerêya Batikentê terk nekir û çalakiya xwe didomînin û dayik bi dirûşmeyên xwe polîsan şermezar dikin.