'Em ê her roj li vê qadê bin'

  • 10:13 16 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de her roj li Qada Esenyurtê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê kom dibin. Malbatan diyar kirin ku ew ê tevî dorpêçkirin, asteng û heqaretên polîsan çalakiyên xwe bidomînin. 
 
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê û dest bi rojiya mirinê kirine do bi şev li Qada Esenyurtê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Bi destpêkirina çalakiya malbatan polîsan dîsa ew dorpêç kirin. 
 
Polîsan dîsa nasnameyê malbatan girtin û ji GBT'ê derbas kirin. 
 
Welatiyên ku li derveyî dorpêçkirina polîsan man alîkarî dan malbatan. 
 
Malbatan diyar kirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê her roj werin qadê û çalakiya xwe pêk bînin. Malbatan çalakiya rûniştinê pêk anîn û ji qadê veqetiyan.