'Em ê her roj li vê qadê bin' 2019-05-16 10:13:24   STENBOL - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de her roj li Qada Esenyurtê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê kom dibin. Malbatan diyar kirin ku ew ê tevî dorpêçkirin, asteng û heqaretên polîsan çalakiyên xwe bidomînin.    Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê û dest bi rojiya mirinê kirine do bi şev li Qada Esenyurtê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Bi destpêkirina çalakiya malbatan polîsan dîsa ew dorpêç kirin.    Polîsan dîsa nasnameyê malbatan girtin û ji GBT'ê derbas kirin.    Welatiyên ku li derveyî dorpêçkirina polîsan man alîkarî dan malbatan.    Malbatan diyar kirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê her roj werin qadê û çalakiya xwe pêk bînin. Malbatan çalakiya rûniştinê pêk anîn û ji qadê veqetiyan.