Jinên Hesekê bi civînekê pilansaziyên nû dan pêşiya xwe
- 15:49 11 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Jinên kantona Hesekê li hev civiyan ji bo pêşxistina kar û çareserkirina pirsgirêkan nirxandin kirin.
Li Akademiya Ş.Wehîd ya taxa Kelasê a bajarê Hesekê civînek berfireh ser asta kantonê ji xebatkar û rêveberên jin re hat çêkirin. Ji Til Temir, Serêkaniyê, Dirbêsiyê û gelek deverên dinê jin amade bûn. Di civîna bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de rewşa siyasî û rêxistinî hat nirxandin paşê jî saziyan karên xwe nirxandin.
Bi bername û pîlansaziyên dewlemend ên dahatoyê jinan dawî li civîna xwe anî.