Jinên Hesekê bi civînekê pilansaziyên nû dan pêşiya xwe 2019-05-11 15:49:45   HESEKÊ - Jinên kantona Hesekê li hev civiyan ji bo pêşxistina kar û çareserkirina pirsgirêkan nirxandin kirin.   Li Akademiya Ş.Wehîd ya taxa Kelasê a bajarê Hesekê civînek berfireh ser asta kantonê ji xebatkar û rêveberên jin re hat çêkirin. Ji Til Temir, Serêkaniyê, Dirbêsiyê û gelek deverên dinê jin amade bûn. Di civîna bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de rewşa siyasî û rêxistinî hat nirxandin paşê jî saziyan karên xwe nirxandin.    Bi bername û pîlansaziyên dewlemend ên dahatoyê jinan dawî li civîna xwe anî.