Jinên li Stockholmê ji bo greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî li dar xist
- 09:19 8 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Stockholmê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û piştgirî bidin Dayikên Aştiyê, xwepêşandanek pêk anîn.
Jinên Kurd ên li Stockholmê ji bo balê bikişînin li ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî li darxistin û piştgirî dan Dayikên Aştiyê. Jinan li kolana Drottningsgatanê çalakiya xwe pêk anîn. Ji bo balê bikişînin ser çalakiyên girtiyan, jinan bi findan hejmara "7 hezar" nivîsîn û pankarta bi nivîsa "Me li Sûriyeyê DAÎŞ têk bir, em li Tirkiyeyê dîlgirtî ne, çima?" hildan.
Ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û nivîskara rojnameya Evrenselê Şebnem Korûr Fîncanci jî serdana çalakgeran kir.