Jinên li Stockholmê ji bo greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî li dar xist 2019-05-08 09:19:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Stockholmê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û piştgirî bidin Dayikên Aştiyê, xwepêşandanek pêk anîn.   Jinên Kurd ên li Stockholmê ji bo balê bikişînin li ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî li darxistin û piştgirî dan Dayikên Aştiyê. Jinan li kolana Drottningsgatanê çalakiya xwe pêk anîn. Ji bo balê bikişînin ser çalakiyên girtiyan,  jinan bi findan hejmara "7 hezar" nivîsîn û pankarta bi nivîsa "Me li Sûriyeyê DAÎŞ têk bir, em li Tirkiyeyê dîlgirtî ne, çima?" hildan.   Ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û nivîskara rojnameya Evrenselê Şebnem Korûr Fîncanci jî serdana çalakgeran kir.