Çalakiya nobetê ya li Gebzeyê carek din hat astengkirin

  • 17:14 20 Nîsan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Malbatên girtiyan îro jî xwestin li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin. Polîsan carek din malbatan asteng kir. 
 
Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di roja 12’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin. Polîsan carek din malbatan asteng kir û qedexekirina çalakiyan a Walîtiya Kocaeliyê wek hêcet nîşanî malbatan dan. Koma di nav de parlamenterên HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, Musa Pîroglu, Serpîl Kemalbay û gellek kes di nav de ji Stenbolê çûn piştevaniya malbatan. Ji Stenbolê heta Gebzeyê koma HDP’iyan û dayikan hat astengkirin. 
 
Tevî hemû astengiyên polîsan jî malbat çûn Gebzeyê 
  
Li qadek pişt girtîgehê malbatan xwest li hev kom bibin. Polîsan malbatan asteng kirin. Dayika girtiyek bertek nîşanî polîsan da û got: “Hûn li qanûnan guhdar dikin? Dema duh we me bi copan ji qadê derdixist qanûn li ku bû? Hûn kî ne pêşiya me dibirin? Em dayik in dayik. Ka hiqûq û heq li ku nîşanî me bidin em herin wir. Edî bes e zarokên me dimirin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Em ê li vir rûnên”
 
Piştî nîqaşê malbat ber bi girtîgehê ve meşiyan. Lê polîsan gefa mudaxeleyê li malbata xwar. 
  
Polîsan rojnamegerên nûçe dişopandin jî asteng kir û nasnameyên rojnamegeran kontrol kirin û heta malbatan ji qadê dûr kirin destûr nedan kişandina dîmen û wêneyan. 
  
Li aliyê din li Navçeya Avcilara Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê zincîra ji mirovan hat çêkirin. Komek jinên ku li ser Cadeya Marmara Avcilarê li hev kom bûn, pêşmalkên wêneyê Leyla Guven li ser li xwe kirin û xeleka mirovan pêk anîn. Jinan dirûşma “Bila tecrîd rabe û zîndan vala bibin” berz kirin.