EŞîK: Demokrasî rakirin refê
- 19:35 4 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - EŞÎK'ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got, "Demokrasî rakirin refê. "
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îradeya bi milyonan a dengdanê hatiye desteserkirin û demokrasî rakirin refê.
'Em ê dev jê bernedin'
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku hikûmetê qeyûm tayînî şaredariyên jin ên li Meclîsê kiriye û wiha hat gotin: "Ji bîr nekin, di dîroka mirovahiyê de ti hêzeke totalîter li ber xwe nedaye û têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê ranewestiye. Em ê dev jê bernedin."