Serlêdana malbatên xwestin biçin Îmraliyê hat redkirin
- 14:25 19 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Serlêdana malbat û parêzerên a ji bo hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat redkirin.
Ji malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo bikaribin biçin Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.
Malbatên her sê girtiyên din jî yên li gel Ocalan serî li dozgeriyê dan. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabiha Aslan jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Serlêdan serê sibê pêk hat. Serdozgeriyê serlêdan nirxand û red kir.
Mehmet Ocalan herî dawî di 12’ê çile de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Herwiha ji parêzerên Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Faîk Ozgur Erol, Newroz Uysal û Rêzan Sarica jî duh ji bo biçin Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtinê bikin cara 808’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê vê serlêdanê jî red kir.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.