Du zarokên ku ketin kortala foseptîkê jiyana xwe ji dest dan
- 14:19 17 Nîsan 2019
- Rojane
MERAŞ - Li Maraşê du zarok ketin kortala foseptîkê ya tije av û jiyana xwe ji dest dan.
Li Kuçeya Dongel a Meraşê do di saetên şev de Musa Canturk ê 12 salî û Ahmet Dag ê 11 salî ketin kortala foseptîkê ya tije av û jiyana xwe ji dest dan. Musa û Ahmet li derdora mala xwe dema ku dilîstin ketin kortala foseptîkê ya tije av û tedbîra wê ya ewlehiyê nehatibû girtin. Welatiyên ku bi bûyerê hesiyan Musa û Ahmet ji kortalê derxistin. Ekibên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Ahmet jiyana xwe ji dest daye û Musa jî di dema ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.