Du zarokên ku ketin kortala foseptîkê jiyana xwe ji dest dan 2019-04-17 14:19:38   MERAŞ - Li Maraşê du zarok ketin kortala foseptîkê ya tije av û jiyana xwe ji dest dan.    Li Kuçeya Dongel a Meraşê do di saetên şev de Musa Canturk ê 12 salî û Ahmet Dag ê 11 salî  ketin kortala foseptîkê ya tije av û jiyana xwe ji dest dan. Musa û Ahmet li derdora mala xwe dema ku dilîstin ketin kortala foseptîkê ya tije av û tedbîra wê ya ewlehiyê nehatibû girtin. Welatiyên ku bi bûyerê hesiyan Musa û Ahmet ji kortalê derxistin. Ekibên tenduristiyê yên ku hatin  cihê bûyerê diyar kirin ku Ahmet jiyana xwe ji dest daye û Musa jî di dema ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Hat hînbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.