Êlih li ser piya ye: Kes nikare vîna me desteser bike

  • 22:59 4 Mijdar 2024
  • Rojane
ÊLIH - Welatî bi dirûşmeyên li dijî desteserkirina îradeyê li kolanên Êlihê meşiyan û gotin, "Kes nikare vîna me desteser bike."
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Şaredara Elîhê Gulîstan Sonûk ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de bi sedan kes derketin taxên Êlihê û li dijî qeyûmê tayînkirî nerazîbûn nîşan da. Heyeta ku ji 3 koman pêk hat, li taxên cuda geriya û li kolanan meşiya û dirûşmên "Elih ya me ye, rûmeta me ye", "Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.
 
Heyetan yek bi yek esnafan ziyaret kirin û wiha gotin: "Kes nikare vîna me desteser bike. Em çiqasî li hemberî wan bêdeng bin, ew ê li hemberî me ewqasî derkevin. Werin îradeya xwe biparêzin."
 
Gelê ku eleqeyek mezin nîşanî girseyê da, bertek nîşanî qeyûm da. Welatiyan jî piştgirî dan girseyê.