Hevşaredarên Mêrdînê mazbatayên xwe girtin
- 12:27 15 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredarên HDP’ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag mazbatayên xwe wergirtin.
Heyetek ku ji Hevşaredarên HDP’ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, hevserokên HDP, DBP’ê yên bajêr û navçeyan, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay pêk dihat li gel bi sedan welatiyan çûn Edliyeya Mêrdînê û mazbataya şaredariyê wergirtin. Li pêşiya avahiya Edliyeya Mêrdînê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mizin a Mêrdînê Ahmet Turk nirxandin kir.
Ahmet, di destpêka axaftina xwe de spasiya gel kir û wiha got: “Şaredarî cihê ji gel re xizmetê bike ye. Ji bo vê xizmetê em ê bijkevin nav hewldaneke xurt. Em ê bi kelecaneke mezin vê xizmetê bi hevalê xwe re ji gel re bikin. Ji bo pêşeroja demokrasiyê nêzîkatiyeke me heye. Ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin û demokrasî bê vî welatî het ji destê me bê em ê bixebitin.”
Ji bo grevên biçîbûnê bang
Ahmet, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha bi lêv kir: “Em îro di pêvajoyeke gelek girîng re derbas dibin. Bi sedan mirovên me ji bo tecrîd bêrakirin û ji bo pêşerojeke demokratîk bedenên xwe dane ber mirinê. Ez ji vir bang li Serokkomar, Wezîrê Edaletê û li gel dikim. Heta ku mirovan jiyana xwe ji dest nedane bila gav bên avêtin û daxazên çalakgerên di grevê de bên qebûlkirin. Em mirinê naxwazin. Ji bo vê jî divê gav bên avêtin.”
‘Em ê tu carî mafê kedkaran nexwin’
Hevşaredar, heyeta bi wan re û girseya gel bi hev re derbasî şaredariyê bûn û hevşaredaran şaredarî dewr git. Li vir jî Ahmet Turk, axaftin kir. Ahmet, bi lêv kir ku bi polîtîqayên qayim 3 salin şaredarî desteserkirin û wiha domand: “Gelê me îro careke din xwedî li vîna xwe derket. Em bi xebata bikin gelê xwe pêşwazî bikin. Em ê tu carî mafê kedkaran nexwin. Em partiyek siyasî ne û li gorî me jî kadroyên me hene. Di kaderoyên bilind de serastkirinan bikin. Wê biryarê jî em ê bidin. Lê em ê hem mafê xebatkaran û hem jî mafê kedkaran biparêzin.”
Fîgen Altindag jî ji gelê Mêrdînê re spas kir û derbasî şaredariyê bû.