Hevşaredarên Mêrdînê mazbatayên xwe girtin 2019-04-15 12:27:04     MÊRDÎN - Hevşaredarên HDP’ê yên Şaredariya  Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag mazbatayên xwe wergirtin.   Heyetek ku ji Hevşaredarên HDP’ê yên Şaredariya  Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag,  hevserokên HDP, DBP’ê yên bajêr û navçeyan, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay pêk dihat li gel  bi sedan welatiyan çûn Edliyeya  Mêrdînê û mazbataya şaredariyê wergirtin. Li pêşiya avahiya Edliyeya Mêrdînê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mizin a Mêrdînê Ahmet Turk nirxandin kir.   Ahmet, di destpêka axaftina xwe de spasiya gel kir û wiha got: “Şaredarî cihê ji gel re xizmetê bike ye. Ji bo vê xizmetê em ê bijkevin nav hewldaneke xurt. Em ê bi kelecaneke mezin vê xizmetê bi hevalê xwe re ji gel re bikin. Ji bo pêşeroja demokrasiyê nêzîkatiyeke me heye. Ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin û demokrasî bê vî welatî het ji destê me bê em ê bixebitin.”   Ji bo grevên biçîbûnê bang   Ahmet, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha bi lêv kir: “Em îro di pêvajoyeke gelek girîng re derbas dibin. Bi sedan mirovên me ji bo tecrîd bêrakirin û ji bo pêşerojeke demokratîk bedenên xwe dane ber mirinê. Ez ji vir  bang  li Serokkomar,  Wezîrê Edaletê û li gel dikim. Heta ku mirovan jiyana xwe ji dest nedane bila gav bên avêtin û daxazên çalakgerên di  grevê de bên qebûlkirin. Em mirinê naxwazin. Ji bo vê jî divê gav bên avêtin.”   ‘Em ê tu carî mafê kedkaran nexwin’   Hevşaredar, heyeta bi wan re û girseya gel bi hev re derbasî şaredariyê bûn û hevşaredaran şaredarî dewr git. Li vir jî Ahmet Turk, axaftin kir. Ahmet, bi lêv kir ku bi polîtîqayên qayim 3 salin şaredarî desteserkirin û wiha domand: “Gelê me îro careke din xwedî li vîna xwe derket. Em bi xebata bikin gelê xwe pêşwazî bikin. Em ê tu carî mafê kedkaran nexwin. Em partiyek siyasî ne û li gorî me jî kadroyên me hene. Di kaderoyên bilind de serastkirinan bikin. Wê biryarê jî em ê bidin. Lê em ê hem mafê xebatkaran û hem jî mafê kedkaran biparêzin.”   Fîgen Altindag jî ji gelê Mêrdînê re spas kir û derbasî şaredariyê bû.