Welatiyên Baglarê li ser piyan e: Em li îradeya xwe xwedî derdikevin

  • 15:37 11 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Gelek kesên ku bertek nîşanî biryara YSK'ê dan li ber Şaredariya Baglarê kom bûn.  Hevşaredarê Baglarê Zeyyat Ceylan ê ku li ber şaredariya ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkiri ndaxuyanî da ev tişt got: "Em ê li îradeya gel xwedî derên û li ber xwe bidin."
 
Duh piştî daxuyaniya YSK'ê ku got di bedêla kesên  di hilbijartinan de bi ser ketin û mexdûrên KHK'ê ne wê kesên ku di dora duyem de bi ser ketin mazbatayan şaredariyan bigirin, HDP'ê jî daxuyandibû ku ew ê li ber şaredariya Baglarê ku hevşaredarê wê mexdûrê KHK'ê ye daxuyaniyê bide çapemeniyê. Welatiyên ku xwestin li ber şaredariyê kom bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.  Rêveberên HDP'ê demek dirêj bi polîsên ku welatî asteng kirin re ketin niqaşê û ji ber şaredariyê venqetiyan.Polîsên ku welatî bi mertalan daf dan û kesên ku hevşaredar û rêveberên HDP'ê bûn jî negrtin baxçeyê şaredariyê û şaredarî dorpêç kirin.  Welatiyên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin dirûşmên, "Şaredarî ya me ye" berz kirin.
 
Em ê xwedî li îradeya gel derkevin 
 
Hevşaredarê Baglarê Zeyyat Celan ê ku ji ber bi KHK'ê ji peywirê hat gitin û li gel ku ji sed 70 deng girtin mazbata nedanê jî di daxuyaniya ku xwedn de wiha got: "Piştî ku me ji YSK'ê biryara dikare bibe namzed girt em bûn namzed û niha YSK bi biryara daye re ketiye nakokiyê.  Niha YSK vê pêvajoyê têk dibe. Nedayîna mazbatayê ji bo me li gel dengê zêde bê hiqûqî ye lê daxuyaniya namzedê partiya ji ya me kêmtir deng girt wê bibe şerdar bêhqûqiyeke mezintir e.  Em ê dest ji mafê xwe bernedin û li îradeya gelê xwe xwedî derên. Ji bo vê em ê di warê hiqûqî de jî dozê bişopînin û heta DMME'yê jî biçin. "
 
Piştî daxuyaniyê girse belav bû.