Nobeda ‘Deng bidin jiyanê' dest pê kir
- 12:43 11 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD'ê ji bo balê bikîşîne ser greva birçibûnê bi dirûşma "Deng bidin jiyanê" çalakiya nobedê ya rojek da destpêkirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin li gelek şaxên xwe bi dirûşma “Deng bidin jiyanê" çalakiya nobedê da destpêkirin. Nobet dê rojekê bidome.
ÎHD'a Îzmîrê dê çalakiya xwe di seat 09.00 heta 21.00'an de bide destpêkirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek axaftinek kir û bal kişand ser çalakiya ku wê li dar bixin û wiha got: "Leyla Guven 155 rojin di grevê de ye û her wiha li girtîgehê jî grev didomin. Divê demildest tecrîd ji holê rabe. Rewşa bi hezaran berxwedêren greva birçîbûnê ketiye asteke krîtîk. Divê dewlet peywîra xwe bi cih bine û li gorî rêgeza hiqûqê tev bigire."
Dayîka Ozkan Yaşarê ku 3 carin ketiye greva birçîbûnê Hazar Yaşar bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha got: "Zarokên me roj bi roj dihelin. Berbirsên cenazeyên ku li girtîgehan derdikevin Wezareta Dadê û Serokkomar e. Kurê min dibêjê 'Heta ku tecrîd ji holê ranebe ez ê çalakiya xwe bidomînim'. Em bang dikin bila mafê jiyanê neyê binpêkirin û Wezareta Dadê bila daxwazên girtiyan bi cih bîne. Heke tiştek bi zarokên me be dê destê me li qirîqa wê be."