Jina ku şewitîbû jiyana xwe ji dest da

  • 11:32 11 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ciwan a 31 salî ku li bajaroka Hacî Omerana navçeya Koyê ya Hewlêrê ji sedê 70 şewitîbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Li bajaroka Hacî Omerana navçeya Koyê ya Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê hat îdakirin ku dayîka çar zarokan a 31 salî  xwe şewitand. Heta niha nayê zanîn ew jina ciwan çawa şewitiye. Berdevka Rêveberiya Têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan a Soran, Şêrwan Xalîd diyar kirîbû dema ku çay çêdikir, şewitiye. Lê li ser rastiya bûyerê heta niha agahî bi dest neketin. Jina ciwan tevlî hemû mûdaxelayan jiyana xwe ji dest da.