2'yemîn Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn tê lidarxistin

  • 11:11 11 Nîsan 2019
  • Rojane
ENQERE - 2'yemîn Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn dê di 13-14 Nîsanê de ji hêla KESK'ê ve bê lidarxistin. 
 
Ji hêla Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaverî (KESK) ve 2'yemîn Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn tê lidarxistin. Konferans dê bi dirûşma "Em Aştiyê bi rêxistin dikin" di 13-14 Nîsanê de li Navenda Çanda Tarik Akan a Stenbolê pêk bê. Konferansa 1'emîn bi heman dirûşmê di 8'ê Sibatê -1'ê Adarê sala 2015'an de pêk hatibû. Konferan dê 2 rojan bidome. Konferan dê 5 beşan pêk bê. Di konferansê de mijarên wekî,  dîrok û guhertina hevsengiyan a li Rojhilata Navîn, pirsgirêk û aştiya Fîlîstînê û her wiha pirsgirêka Kurd, Di şerê Rojhilata Navîn de jin û aştî û herî dawiyê jî li Rojhilata Navîn koçberî, betalî û penaberî dê bê nîqaşkirin.