Endama Desteya Rêveberiya HDP’ê Hulya Ertaş hat binçavkirin
- 11:02 11 Nîsan 2019
- Rojane
AMED – Endama Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê Hulya Ertaş li Balafirgeha Amedê dema diçû Enqereyê hat binçavkirin.
Endama Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê Hulya Ertaş li Balafirgeha Amedê dema dixwest biçe Enqereyê polîsan ew binçav kir. Hat zanîn ku Ertaş bi hêceta der barê wê de biryara girtinê heye hatiye binçavkirin. Ertaş birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Çavkaniyên HDP’ê dan zanîn ku polîsan di hefteyek dawî de Hulya Ertaş dişopandin û gellek caran bi tacîza polîsan re rû bi rû maye.