Hevala Evrîm Alataş Dîlek Demîral: Karê xwe bi hezkirin dikir

  • 09:11 11 Nîsan 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevala rojnameger-nivîskar Evrîm Alataş, Dîlek Demîral axivî û diyar kir ku ger Evrîm niha hebûna wê ji hevalên jin re bigota zêde hilberînin û got: “Her tim digot ‘ji jiyanê hez bikin, bê hêvî nemînin û rast bin.’ Digot her tişt dikare bi serkeve. Gelek ji jiyanê hez kir. Tu car bê hêvî nedima.”
 
Dîlekê destnîşan kir ku Evrîmê her karê xwe bi hezkirin dikir û da zanîn ku ger niha Evrîm hebûna wê bigota zêdetir hilberînin.
Evrîm Alataş di 15'ê Nîsana 1976'an de li li gundê Golpinar ê Akçadagê hat dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li gundê xwe qedand. Piştre perwerdeya xwe li Stenbolê berdewam kir. Di sala 1994'an de dest bi rojnamegeriyê kir. Li rojnameyên wekî , Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundem nûçegîhanî û edîtorî kir. Piştre li rojnameya Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê jî dem bi dem qunciknivîsî kir. Di serî de Esmer, Bîrîkîm, Amargî û Tîroj di gelek kovanran de makaleyên wê hatin weşandin. Pirtûka wê ya çîrokan a bi navê 'Mayoz Bolunme' di sla 2003'yan de ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin û Pirtûka wê ya bi navê 'Her Dagin Golgesî Denîze Duşer' jî ji laiyê di sala 2009'an de ji aliyê Wêşanên Îltişîmê ve hat çapkirin. Evîrîmê di hemû nivîsên xwe yên ku nivîsîn de bal kişand ser serdema şer a li erdnîgariya Kurd. Evrîm ji ber nexweşiya penceşêrê di temenê xwe yê ciwan di 12'ê Nîsana 2010'an de jiyana xwe ji dest da.
 
Hevala wê Dîlek Demîral, Evrîm Alataş vegot. Dîlekê da zanîn ku Evrîm di rojanmeya Ozgur Gundemê de nas kiriye û bi hev re xebitîne û wiha pê de çû: “Evrîm di rewşa herî nebaş de jî tiştekî kêfxweş derdixist holê. Digot her tim hêviyek heye. Wê ev nîşanê me da. Evrîmê li cihên me jê nedipa, her tişt vedigot. Ji ber vê baweriya li hember wê derdiket holê. Bi her aliyê xwe bi rastiyên xwe mirov bû û mirov ev di axaftina wê de hîs kir.
 
‘Bi hezkirin dikir’
 
Dîlekê daxuyakirin ku Evrîm di pîşeya xwe de jî gelek jîr bûye û nêrînek wê ya cuda hebûye û got her karê her tim bi hezkirin dikir. Dîlekê da zanîn ku xizanî û bandora şer a li ser mirovan Evrîmê ji xwe re dikir dert. Dîlekê ev tişt vegot: “Sala min nû dest pê kir min rûpela çand û hunerê çê dikir. Fîlmek hebû û gotinek Kurdî tê de hebû û hatibû qedexekirin. Min zext normal didît. Roja din her kesî zext û zordarî kiribûn manşet. Midûrê me rexne kiribû. Ji ber nêzîkatiya min a teng nûçe nebûbû manşet. Ez pir xemgîn bûm. Ez û Evrîmê pir nêzî hev bûn. Wê jî rexneyê xwe got. Ger Evrîm hebûna wê bigota zêde ji jiyanê hez bikin. Tiştê wê ji me re hişt ev bû ku ew her dem têkoşer bû.”