Naîme Çelîk a hat tahliyekirin: Cih biguhere jî daxwaza min naguhere

  • 09:07 11 Nîsan 2019
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Naîme Çelîk a piştî hat berdan jî greva xwe didomîne, çalakiya Leyla Guven a ketiye roja 155’emîn bi van gotinan vegot: “Leylayê bi ken nîşan da ku pêşengiya şoreşê çawa tê kirin. Ew ji bo me meşale bû. Me jî meşaleya wê girt û em didomînin.”
 
Çalakiyên gireva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin didome. Girtiyên li girtîgehê dest bi grevê kiribûn û piştre tahliye bûn jî li malên xwe didomînin. Çalakiya Leyla Guven ket roja 155’emîn. Ji çalakgerên ku hatin tahliyekirin Sedat Akin, Gurbet Ektîren, Îhsan Sînmîş (55) û Ferdî Karabay jî çalakiyên xwe didomînin.
 
Naîme Çelîk a di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtî bû û di 1’ê Adarê de ketibû grevê, di 28’ê Adarê de hat berdan. Naîme ku 2 sal û 6 mehan girtî ma piştî hat berdan li mala xwe ya taxa Muradiye a Baglarê çalakiya xwe didomîne. Me bi Naîmeyê re hevdîtinek pêk anî.
 
*We çawa dest bi çalakiyê kir?
 
Armanca çalakiya me ev e ku Tirkiye destûra xwe ya bingehîn pêk bîne. Tirkiye li dijî destûra bingehîn a xwe derdikeve. Pêk nayne. Mafên girtiyan ên di destûra bingehîn de nade. Piştî pêvajoya aştiyê rabû Birêz Ocalan jî ji mafên xwe bêpar maye. Ji ber vê tecrîdê me dest bi grevê kir. Daxwaza me ev e ku Birêz Ocalan ji mafên girtiyan fêdeyê bigire.
 
Wezîrê karê hundir û dozger dibêjin ‘çima Abdullah Ocalan bixwe nakeve grevê?’. Me bi dehan carî ji wan re got; Birêz Ocalan ne kes e, civak e. Wî ji xwe çi ji destê wî hatiye kiriye. Ji vir şûnde berpirsyariya me ye.
 
*Çalakiya Leylayê ket roja 155’emîn. Grevên belav bûne sînorên welat derbas kirye. Hûn dixwazin çi bêjin?
 
Leylayê biryara çalakiyê li dadgehê girtibû. Agahiya me tune bû. Hat koguşê bi me re parve kir. Coş û baweriya wê bi heybet bû. Sekna wê nîşan da ku em çiqas nêzî serkeftinê ne. Coş û moralê wê da me, em li girtîgehê li ser piyan hiştin. Piştî Leyla Guven tahliye bû em gelek xemgîn bûn. Em wisa bûbûn yek, dema ji me veqetiya me xwe tenê hîs kir. Lê me ev baş dizanî. Leyla Guven li ku dibe bila bibe wê coşa serkeftinê bidomîne. Leylayê bi sekna xwe daxwaza xwe li hemû cîhanê da bihîstin. Leylayê di seranserê çalakiya xwe de ken ji rûyê xwe kêm nekir. Bi kenê xwe nîşan da ku çawa ji şoreşê re pêşengî tê kirin.
 
*Çalakiya gelek girtiyan gihaştiye roja 120’an. Rewşa wan ne baş e. Çapemenî grevan nabîne. Gel têr bertek nîşan neda. Hûn dixwazin çi bikin?
 
Leyla hevalek hestiyar e. Ji ber vê xwest çalakiya xwe şexsî bimeşîne. Bi fikar bû ku çalakî wê rê li ber mirina veke. Me piştî çalakiyê xwest bi çalakiyên fedayî piştgiriyê bidin. Lê Leylayê nexwest ciwan bimirin, dixwest ew tenê bimeşîne. Me dizanibû wê çalakî li cîhanê belav bibe. Di destê gelên Tirkiyeyê de tiştek nemaye. Her kes dizane ku li welat destûra bingehîn tune ye. Kes nikarin çand, zimanê xwe bijîn. Em dizanin li dijî van zextan bertek hene. Me digot wê bertekên mezin derkevin holê. Lê vê di çapemeniyê de zêde deng neda. Îro cîhan behsa çalakiya me dike, lê çapemeniya tirk nabîne. Gelê me ne bêdeng e. Gelek kes hatin serdana min. Gelê me bedelên mezin dane. Ji ber vê dibe tirs hebe. Em nikarin cenazeyên hevalên xwe bigirin. Em ji zilma li me tê ferzkirin dibînin ku dewlet çiqas ji me ditirse. 
 
*Hûn hatin berdan lê hîna çalakiya xwe didomînin. Sedema vê çi ye?
 
Sedema berdana me û Leylayê heman e. Ez ji ber dosyayek naveroka wê vala 3 sale girtî bûm. Îro dewlet ji ber ez ketime grevê tahliye dike. Di vir de tişta tê xwestin bê kirin ev e ku dixwazin bi tahliyeyê çalakiya me bişkînin. Min jî biryara berdewamkirina çalakiya xwe da. ‘Cih biguhere jî daxwazên me naguherin. Gelo dewletê got van 9 canên ciwan çi xwestin? Wisa guhê xwe girtiye ku, naxwaze tu tiştekî bibîne. Daxwaza wan ciwanên dawî li jiyana xwe anîn çi be ya min jî ew e. Heta serkeftinê ez ê çalakiya xwe bidomînim.
 
*Hûn dikarin der barê rewşa girtiyan de agahî bidin? Hûn bi rojnameger Kîbriye Evren re ligel hev bûn. Rewşa wê çawa bû?
 
Di hundir de gelek hevalên me yên rojnameger, doktor, mamoste hebûn. Van hevalan hemûyan çalakî girt ser xwe. Rojnameger Kîbriye Evren jî ji kevneşopiya çapemeniya azad tê. Gelek bi moral û coş bû. Heta em veqetiyan wisa bû. Baweriya wê ya bi serkeftinê pir mezin bû. Digot ‘ez ê serkeftinê bibînim’. Ev bi baweriyek mezin diqêriya. Me henek dikir û digot tu pîr bûye tu nekeve grevê, wê jî digot ‘Ez çend hebên wek we ji bêrîka xwe derdixim.’ Gelek bi moral bû. Bi sekn û îradeya xwe hêz dida me.
 
*Herî dawî bangek we heye, hûn dixwazin çi bêjin?
 
Ez bang li gelê me dikim. Divê her kes çi hewce be wê bike. Çi ji destê kê tê bila bike. Ez bang li gelê me dikim; Dakevin qadan, biqîrin. Bêjin ‘ em ji we natirsin, em cenazeyên xwe nadin we, ew yên me ne’. Yekane daxwaza me ev e. Em bawer dikin, em ê bi ser bikevin.”