Rêwîtiya jiyaneke dijwar û bi hezkirin
- 09:03 11 Nîsan 2019
- Jiyan
Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Hezkirin û girêdana jiyan û xewzayê di şexsê jinan de tê payîn. Jinên gundan di nava pêşbirka geşkirina xweza û jiyana gundan de ne. Jinên gundên Til Temirê jî li hember pişaftina dîroka jinan têkoşîneke bêhempa didin meşandin.
Rojekê dûrî qerebalixa bajar û nêzî bêdengiya gundan, serê sibehê me berê xwe da gundan da ku rewşa jinan, jiyana wan ragihînin. Gundê Asî li Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê dikeve. Jin û dayîk rojane serê sibehê zû şiyar dibin da ku berê xwe bidin tenûrê û nan çêbike û taştê ji zarokan re amade bike, da ku biçin dibistana xwe ango mala xwe ya dûyemîn û bixwînin.
Li gund jinên ku sewal (Pez, mirîşk, çêlek) kedî dikin hebûn, li kêleka wê jinên ku bi çandiniyê re jî mijûl dibûn hebûn. Dema ku me li dayîkên temen mezin meyze dikir hêviya me ya jiyanê xurtir dibû. Çimkî ew dayikên ku destên wan qelişî û rûyên wan ku çîroka rêwîtiya jiyanek zehmet û dijwar vedibêjin hêviya me ya bi jiyanê û israra domandina jiyanê xurtir dike. Piştî gerekê û westînekê dema ku me li çavên jinan ku hêvî, îrade û hezkirin jê dibare meyze dikir westîna me diçû û em dilşad dibûn. Jiyana gundan jiyana herî bi wate ye.
60 sal ji karê çandiniyê
Dayîka Ereb û temenmezin Emşa Husên ku heta vî temenî dest ji çandiniyê bernedaye û wekî parçeyekî girîng ji jiyana xwe dibîne hestên xwe ji Ajansa me re anî ziman û wiha got: "Min 60 sal ji temenê xwe bi çandiniyê derbas kiriye. Ez rihê xwe bi girêdana bi axê re azad hîs dikim. Rast e ez diwestim lê dema ku berhemên westîna xwe dibînim pir dilşad dibim. Rojane ez têm nav baxçeyê xwe, av didim, şitlên şînkayê diçînim ên payîzî û zivîstanê jî. Roja ku ez neyêm nav baxçe wekî tiştekî kêm ji xwe hîs dikim. Wekî zarokekî ku her dem dayîka wî, wî şîr bide."
Ji gîhasêvka dermanê xwezayî diafirîne
Şemsa Ehmed jî ku ji gîhayan dermanê xwezayî çêdike wiha dibêje: "Jin zindiya herî nêzî xwezayê ye, em niha dixwazin wê dîrokê ji nû ve bidin jiyîn. Em jî niha li ser şopa jinên ku di dîrokê de pêşengtiya jiyanê kirine ye. Ez jî niha ji gîhayên çolê dermanên xwezayî çêdikim. Ez gihasêvka diçînim û paşê hişk dikim û ji zivistan, havîn, payîz û bûharê re hiltînim. Dermanên xwezayî ji yê kîmyesal baştir e. Ji ber bedena mirov li ser şînkayê mezin bûye û dermanên kîmiyesal bandorê li ser bedenê dike û êdî nexweşiyên cur be cur çê dibin."
'Ji dayika xwe fêrî bêriyê bûm'
Fatima Îsû jî ku pez xwedî dike wiha dibêje:"Dema ku ez bêriyê dikim kêliyên zaroktiya min dema ku dayîk û bavê min bi hev re jiyaneke hevpar dijiyan, tê bîra min.Ez ji dayîka xwe fêrî gelek tiştên ku hêviyê dide jiyanê bûm. Niha ez pez kedî dikim, ji berhemên wê sûd werdigirim û hem jî li cîranên xwe belav dikim. Ez rihê komînal di gundê xwe de ava dikim. Em ezeziyê tune dikin."