'Jîneolojî hebûna jinê û civaka azad diparêze'
- 09:02 11 Nîsan 2019
- Rojane
Rûken Goman
DÊRÎK - Endama Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nûr Sulêman derbarê zanista Jineolojiyê de nirxandin kir. Nûrê diyar kir ku Jîneolojî ji bo jinê û civakê cihekî taybet digire û wiha got:"Zanista Jineolojiyê ya li gor perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê guhertinek mezin û bi wate di Rojhilata Navîn û cîhanê de çê bike."
Dîroka ku bi hezaran salan hatiye nivîsandin û navê jina afirîner bi awayekî taybet tê de derbas dibe, îro bi rêya Zanista Jineolojiyê ji nû ve ji aliyê jinê tê nivîsandin û şîrovekirin. Di nav de jî sedemên kolekirina civakan tê tehlîlkirin. Zanista Jîneolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaştiye asteke pir mezin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê ya bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê Nûr Sulêman ji ajansa me re li ser zanista Jineolojî nirxandin kir.
'Jineolojî xwebûna jinê ye'
Nûrê anî ziman ku Zanista Jîneolojiyê her mijara lêpirsînê ye û wiha got: "Di dîroka cîhanê de nêzîkatiyên zanista jinê bûye mijara lêpirsînê. Lê belê hebûna zanista jinê tu carî nehatiye fikirandin û binavkirin. Zanista Jineolojiyê û naskirina jinê bi perspektîvên Rêber Apo ket nava lêkolînê. Di dîroka cîhanê de zanisteke nû bû. Ji bo jin û rola wê ya di civakê de û xwe naskirinê Zanista Jineolojî hat pêşxistin. Li ser bingehê vê zanistê êdî jin bêtir di nav lêgerinê de ne."
'Jîneolojî îdeolojiyek gerdûnî ye'
Nûrê di berdewamiya axaftinê xwe de bal kişand ser pergala desthilatdar û hewldanên kolekirina jinê û wiha dewam kir: "Zîhniyeta ku desthilatdaran bi salane di nava civakê de ava kiriye, dê bi rêya şîrovekirina nakokiyan guhertinek erênî di nava civakê de were avakirin. Sedema koletiya jinê divê were lêkolînkirin û ji kokê de rabe, ev jî di rêya zanisteke ku ji kesayeta jin fam bike tehlîl bike derbas dibe. Ji bo wê jî Jin bi Jineolojiyê azadiya xwe mayinde dike û li gorî jin û jiyanê tev digere. Jîneolojî ideolojiya jiyana azad e. Jineolojî îdeolojiyeke gerdûnî ye."
'Jîneolojî jiyana nû diafirîne'
Nûrê di nava axaftina xwe de qala pirsgirêkên civakê kir û sedema kûrkirina aloziyan ên ku civakê paş dihêle û wiha pê de çû: "Lêkolînên ku herî zêde em dixwazin li ser bisekinin pirsgirêkên civakê ne. Wek zayendperestî, olperestî û netewperestî civak ji hev tê qutkirin. Divê mirov li ser vê yekê bisekine. Alozî û dîroka wê çi ye? Bersiva van pirsana, pirrengî ye, îro di Rojhilata Navîn de hatiye neqişandin. Tabloyeke çawa dide nîşandan? Em dixwazin zihniyeteke nû di nava civakê de belav bikin li ser esasê azadiya jin û mafê wê yê ku bi salaye jê hatiye girtin. Ji bo wê jî Jîneolojî wê jiyana nû biafirîne."
'Jineolojî hebûn û azadiya jin û civakê diparêze'
Nûrê got asta rûniştandina zanista Jîneolojiyê di nava civakê de wê bibe sedema gelek guhertinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku şoreşên fikrî hatin destpêkirin gelek guhertin çê bûn. Îro li hemû deverên cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn ji bo ku jin ji bin deshilatdariyê derbikeve dengvedana Jîneolojiyê û asta xurtbûyîna wê pir bi bandor bû. Dema em dibêjin şoreşa fikrî tê wateya ku jiyana koletîyê êdî nayê qebûlkirin û jiyana azad û wekheviyê em ava bikin. Dê Jîneolojî guhertineke pir mezin bide, ava dike û zilim û serdestiyê ku mêr li ser jinê daye meşandin, ji holê rake. Divê em ji hemû nakokiyên girêdayî kesayeta jinê re bibin bersiv û hebûna jinê wekî mirovên azad bidin naskirin."