ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 11 Nîsan 2019
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nûr Sulêman derbarê  zanista Jineolojiyê de nirxandin kir. Nûrê diyar kir ku Jîneolojî ji bo jinê û  civakê cihekî taybet digire û wiha got:"Zanista Jineolojiyê ya li gor perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê guhertinek mezin û bi wate di Rojhilata Navîn û cîhanê de çê bike." DÎMEN HEYE
 
*Hezkirin û girêdana jiyan û xewzayê di şexsê jinan de tê payîn. Jinên gundan di nava pêşbirka geşkirina xweza û jiyana gundan de ne. Jinên gundên Til Temirê jî li hember pişaftina dîroka jinan têkoşîneke bêhempa didin meşandin. DÎMEN HEYE
 
*Naîme Çelîk a piştî hat berdan jî greva xwe didomîne, çalakiya Leyla Guven a ketiye roja 155’emîn bi van gotinan vegot: “Leylayê bi ken nîşan da ku pêşengiya şoreşê çawa tê kirin. Ew ji bo me meşale bû. Me jî meşaleya wê girt û em didomînin.”DÎMEN HEYE
 
*Li Cizîra ku zext û girtin qet naqedin, der barê hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç de jî di 20 rojan de 6 lêpirsîn hat destpêkirin.
 
*Li Colemêrgê bi germbûna hewayê re nebatên bi şifa li çiyan rengê xwe nîşan dan. Jinan diyar kirin ku ev pincar di penîr de tê bikaranîn, jê xwarin tê çêkirin û ji her derdî re şifa ye.
 
*Hevala rojnameger-nivîskar Evrîm Alataş, Dîlek Demîral axivî û diyar kir ku ger Evrîm niha hebûna wê ji hevalên jin re bigota zêde hilberînin û got: “Her tim digot ‘ji jiyanê hez bikin, bê hêvî nemînin û rast bin.’ Digot her tişt dikare bi serkeve. Gelek ji jiyanê hez kir. Tu car bê hêvî nedima.”DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredarên HDP’ê yê Sûrê ji sedî 60,76 deng girt û hilbijartin qezenckirin. Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn, diyar kir ku wê Sûrê bigihînin bingeha wê ya berê û Sûr dê nebe qada rantê, bibe qada jiyanê.DÎMEN HEYE
 
*24’emîn Fuara Pirtûkan a Îzmîrê dest pê kir. Ji ber zêdebûna dovîzê bihayên kaxizan, hem çapxane û hem jî xwendevan bi gazincin.
DÎMEN HEYE