'Berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê pîroz e'
- 16:04 10 Nîsan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma 'Berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in', Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê bi çalakiyekê li qada navçeya Ehres piştevaniya xwe ji berxwedaniya zîndanan re nîşan da.
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê li Qada Navçeya Ehres a Kantona Şehbayê konê greva birçîbûnê hat vedan û dest bi çalakiya piştevaniya çalakvanên greva birçîbûnê kirin. Kon bi wêneyên Rêber Apo, çalakvanên greva birçîbûnê û şehîdên azadiyê, her wiha pankertên bi nivîsê 'Em ê tecrîdê û faşizmê têk bibin, Netewa Demokratîk mîsoger bikin, Bi pêşangtiya Leylayan em ê têkoşînê mezin bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn' hatin daliqandin.
Bi tevlîbûna gelê Efrînê û Şehbayê, her wiha Sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çalakî pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanîya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Sebah Cirnas ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû:
"Ji cîhanê giştî re tê diyarkirin ku dewleta Tirk bi pergala xwe ya faşîst dagirkerî pêk aniye. Her wiha bi tunekirina çanda gelên din re heta niha jî hikumeta AKP'ê bi serkêşiya Erdogan hewldide projeya Osmanî ji nû ve vegerîne. Di şexsê jina têkoşer Leyla Guven û hevalên wê yên zindanan de û li tevahî Kurdistan û Ewropayê têkoşeran diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe dê berxwedan bidome. Em weke jinên kongreya Star ya herêma Efrînê, em îro dest bi greva piştgiriya hevalên ku di grevê de dikin. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya Rêber Apo azadiya Efrînê û xaka Kurdistanê ye. Bêdengiya dewlet, sazî û rêxistinên mafên mirovan, hevalên me yên di grevê de dixin xeteriya şehadetê, ji bo vê divê bi aweyek leztir bi erkên xwe rabin, ji ber vê yekê em bangwaziyê ji dewletên yekbûyî dikin. Divê CPT peywira xwe bi cih bîne."
Piştî daxuyaniyê li perspektîfên Abdullah Ocalan û nameya Leyla Guven hat guhdarkirin. Her wiha Endama Koordînasyona Kongreya Star Esmehan Ehmed, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Fîdan Sîdo axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku berxwedana greva birçîbûnê li her derê belav bûye. Wê jinên Efrînê jî heta dawiyê piştevaniyê bidin berxwedêrên grevê.
Di berdewamiya çalakiyê de sineviziyon li ser berxwedana zindndana hat temaşekirin û semînerek ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a naveçya Eresê Zeyneb Muhemed li ser berxwedaniya zindanan hat dayîn.
Dê çalakiya piştevaniya greva birçîbûnê 15 rojan bidome.