Malbatan astengkirina polîsan nas nekir

  • 15:49 10 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Xizmên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê di grevê de ne, tevî hemû astengiyên polîsan li pêş Girtîgeha Gebzeyê  çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan carek din mudaxaleyî çalakiya malbatan kir. 
 
Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê, duh li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk anîbûn. Malbatan îro jî çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin. Malbat di saetên serê sibê de dîsa li hev kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Malbatan piştî 3 saetan çalakiya xwe pêk anîn, polîsan nasnameya malbatan di GBT'ê re derbas kirin. Polîsan destûr nedan ku malbat çalakiyê pêk bînin. Malbatên rastî astengiya polîsan hatin li Kafeyek nêzî girtîgehê rûniştin. Polîsan piştre kafe dorpêç kir û li ruhsat û GBT ya xwediyê kafeyê nerî. Dorpêça polîsan û rûniştina dayikan a li Kafeyê berdewam dike.