Xizmên girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
- 15:23 10 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçibûnê li avahiya Baroya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê kirin.
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê. Xizmên berxwedêran li dijî bêdengiya dewletê li Baroya Amedê çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya 3 rojan dan destpêkirin. Xizmên girtiyan wêneyên xizmên xwe yên girtî hilgirtin û dirûşmên wekî “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Her wiha dora avahiya baroyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.
'Heke mirin hewce be em ê bimirin'
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teke axivî û diyar kir ku dayik bi hesreta zarokên xwe dijîn û wiha got: "Ji bo me baro cihê edalet û hiqûqê ye û ji ber vê sedemê me li vir dest bi çalakiyê kir. Em wek dayik rewşa zarokên xwe dibînin û em dixwazin dengê xwe bilind bikin. Leyla Guven ev 154 roj in di grevê de ye. Ji bo zarokên me jiyana xwe ji dest nedin me dest bi çalakiyê kir. Heke zarokên me di grevê de bin em ê jî bikevin grevê. Çalakiya me dê 3 rojan bidome. Heke mirin hewce be em ê bimirin jî."
Nezahat di axaftina xwe de bal kişand ser cenazeyên ku ji girtîgehan derketî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malbat nikarin li gorî dilê xwe zarokên xwe defîn bikin. Dayik êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan bên derxistin. Civak li hemberî êşa dilê dayikan bêdeng e. Tenê daxwazek me heye bila zarokên me jiyana xwe ji dest nedin."
Xizmên girtiyan dê 3 rojan çalakiya xwe li avahiya Baroya Amedê bidomînin.