Li Reqayê çandinî bi destê jinan geş dibê
- 15:09 10 Nîsan 2019
- Rojane
REQA - Piştî salên dirêj ên şerê li Sûriyeyê û serweriya DAÎŞ'ê, carek din bi destê jinan çandinî geş dibê, Leyla El-Omerî ya ku bi çandiniyê mijûl e wiha got: "Bi destê jinan çandinî hatiye destpêkirin û dê jin vê çanda ku daye destpêkirin her biparêze."
Bajarê Reqayê yek ji bajarê Sûriyeyê ku bi demografiya xwe ya stratejîk tê naskirin e. Li Reqayê gelê herî zêde bi çandinî û sewalkariyê mijûl e û pê debara xwe dike. Lê ji sala 2014'an de ku Çeteyên DAIŞ'ê derbasî bajarê Reqayê bûn çandinî êdî ji ber rewşa heyî nema dihate kirin. Çeteyên ku bajar dagir kiribûn ji kesên ku çandinî û sewlakarî dikirin baceke gelek zêde digirtin û li aliyekî jî bajar hildiweşandin. Li aliyekî çeteyên DAÎŞ'ê li bajêr pira hildiweşandin û li aliyê din jî tirkiyeyê ava Feratê ji ser herêmê qut kiribû ku vê jî bandora neyînî li ser çandinî û sewlakariyê dikir.
Lê Pitşî salên bi êş û zordariya li ser gelê Reqayê, îro bi destê jinan carek din çandinî û tevahî hilberîn li bajêr geş dibe. Tê zanîn ku jin li van herêman heri zêde di çandiniyê de dixebtin û ev hejmar bi taybet niha zêdetir dibe, ji ber rewşa şer ku jin debara malbatê dike û bi rêve dibe. Derbarê mijarê de jina ku çandiniyê dikê Leyla El-Omer li bajarokê El-Keserat ê Reqayê ji ajansa me re axivî.
Ji bo çandiniyê buher dema herî baş e
Leyla diyar kir ku ji bo çandiniyê biher dema herî baş e û wiha got: "Di biherê de rewşa hewayê û germbûn bş e ji bo çandiniyê. Piraniya gelê Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê beriya barîna baranê çandiniyê dikin. herî zêde li van herêma jî em genim, nîsk û hwk, diçînin."
Çeteyên DAIŞ'ê astengîyên mezin ji me re çêkirin
Leylayê rojên bi êş ên di bin serweriya çeteyên DAÎŞ'ê de jî anîn ziman û got: "Dema me dixwest em biçin nav eredên xwe û çandiniyê bikin, me glek zahmetî dikişand, Çeteyan êrîşî me dikir. Bi taybet li gundan me êşek gelek giran ji destê çeteyan kişandin."
'Çandinî bi destê jinan her wê geş bibe'
Leylayê di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: "Îro em bi destên xwe çandiniyê dikin, karê ku ji biçûkaniya xwe ve dikir dîsa em geş dikin, ev hemû bi saya têkoşîna şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê çêbû. Bi rizgarkirina Reqayê carek din ken û kêfxweşî vegeriya rûyê tevahî jinan."
Leyla bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Çandinî bi destê jinan dest pê kiriye û ew ê jin vê çanda xwe her biparêze. ."