TAJÊ: Uveyş Ocalan ji bo jinê bû çavkaniya têkoşînê
- 15:05 10 Nîsan 2019
- Rojane
ŞENGAL -TAJÊ derbarê salvegera jidestdayina jiyana Uveyş Ocalan de daxuyaniya nivîska da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Uveyş Ocalan ji bo jinê bûye çavkaniya têkoşînê.
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) derbarê salvegera jidestdayina jiyana Uveyş Ocalan de li Şengalê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jinên wekî Uveyş Ocalan bingeha têkoşîna Gelê Kurd ava kiriye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em Uveyş Ocalan di salvegera koça wê ya dawî de bi dilekî germ bi bîr tînin. Dayika Uveyş mîna gelek dayikên welatperwer gelek êş jiyaye û di heman demê de hêz daye tekoşîna jiyanê. Bi rastiya doza têkoşîna jiyanê Rêber Apo mezin kiriye. Di warê pêşketina kesayeta Seroka Apo de rolek girîng lîstiye. Di temenekî biçûk de hînî rêzdarîya kedê bûye. Ew mînaka dayika têkoşer û kedkar e. Rêber Apo her wextî bal kişandiye cihê dayikan yê li nava civakê û mafê wan yê bi nirx daye wan. Loma dayikên me di tekoşîna azadîyê de li pêşîyê cih girtine li mafê vê kedê xwedî derketine. Di serî de dayikên aşîtîyê, dayikên şemiyê hemû dayikên me di tekoşîna azadîyê de roleke mezin lîstine. Dayika Gulê gelek pêş ketiye. Îro jî Leyla Guven wek dayikek, sîyasetmedar û femînîsteke jin li ser mîrasê vê berxwedanê sekneke dîrokî daniye holê. Bi vê wesîleyê em Leyla Guven, Nasir Yagiz û Fadîle Tok yên ku bo şikandina tecrîda giran ya li ser Rêber Apo bo bi dilsozî li berxwe didin silav dikin.
Li Şengala berxwedêr jî di serî de dayik wek jin li ser vê mirateya berxwedanê em dibin hêza vîn û tekoşînê. Şengal di dirokê de di pêşengiya jinan de li hember êrişên dagirkeran ku dixwestin agirê azadiyê bitefînîn li ber xwe dan. Di dîrokê de cara yekem jinên Şingalî hem di qada civakî de hem jî di qada parastinê de xwe rêxistin kirine. Bi pêşengtiya hêza rêxistinkirî a TAJÊ û YJŞ'ê jin zêdetir li nirxên xwe yên azadiyê xwedî derketine, bune hêzek ku ji hêzên DAÎŞ'ê, zêhnîyet û pergala wan hesap pirs bikin. Ev têkoşîna me bi jina azad re heya avakirina Civaka Ezîdî wê berdewam bike. Di vê bingehê de wek jinên Ezîdî bi avakirina civakek azad re em ê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin. Di şexsê Uveyş de soza ku me daye hemû dayikan, di her şert û mercê de em ê bi vê soza xwe ve girêdayî bimînin û em ê xwedî li Ezîdxanê derkevin."