HDP'ê piştgirî da çalakiya nobedariyê

  • 14:06 10 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyên siyasî yên ku li dijî tecrîdê ketine grevê li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobedê dan destpêkirin. Rêxistina HDP'a Stenbolê biryar da ku dê her roj bi girseyî biçin serdana malbatên girtiyan. 
 
Girtiyên Siyasî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyan li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobedê dan destpêkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê piştgirî da çalakgerên di nobedê de. HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser çalakiya nobedê ya malbatên girtiyan û wiha got: "Em jî hevparên Însiyatîfa Piştewaniya Zindanan a Marmarayê ne. Duh li ber girtîgeha Gebzeyê malbatên girtiyan çalakiya bêdem û bêdorveger a nobedariyê dan destpêkirin. Malbatên ku tevlî nobedariyê bûn dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin û em jî wek partiya xwe bang li raya giştî dikin ku li dora malbatan bibin xelekek." 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji bo çalakiya nobedariyê plansaziyek çêkirine û wiha hat diyarkirin: "Rexistinên HDP'ê yên navçeyan plansaziyek çêkirin û li gorî plansaziyê Her roj rêveberiyên navçeyekê dê li gel şêniyên navçeyê biçin serdana malbatên li ber girtigehê nobetê digirin. Em ê peywira xwe bînin cih û bi gelê xwe re, bi hev re tevlî çalakiyan bibin."