Li Kerboranê lehî rabû!
- 14:05 10 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRDÎN – Li navçeya Kerborana Mêrdînê di saetên serê sibehê de ji ber barana ku barî lehî rabû.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê di saetên serê sibehê de ji ber barana ku barî lehî rabû. Ji ber lehiya ku rabû gelek mal di bin avêde man. Hat zanîn ku ji ber lehiyê tu kes birîndar nebûye. Her wiha li lehiya ku rabû re li Kerboranê li Goristana Sefayê hilweşîn çêbû, zeviyên welatiyan di bin avêde man û zerara malî çêbû. Hat ragihandin ku maşîneyek jî di binê avêde maye.
Komên Şardariya Kerboran û MARSU’yê li gelek cihên Kerboranê xebat dan destpê kirin.