Kedkar dê 1’ê Gulanê dakevin qadan
- 13:06 10 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Sendikayên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê diyar kirin ku dê 1'ê Gulanê ji bo welatekî bê şer û bê mêtîngerî dê dakevin qadan.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyê (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeya Muhendis û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), li navenda giştî ya DÎSK’ê bernameya xwe ya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin.
Seroka giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu di civînê de axivî û diyar kir ku dê 1’ê Gulanê bi karkeran re mil bi mil daxwazên xwe yê welatekî bi aram bîqêrin. Arzû da zanîn ku dê di serî de li Taksîmê Qada 1’ê Gulanê, li her çar aliyên welat bi hestên yekîtî, têkoşîn û tevkariyê vê rojê pîroz bikin, nerazîbûnên xwe yên li dijî newekhevî, şer û xizaniyê biqîrin.
Arzû bang li her kesî kir ku roja 1’ê Gulanê dakevin qadan û diyar kir ku ji bo qada 1’ê Gulanê ya Taksîmê serlêdan kirine lê hê bersiv negirtine.