'Em ji bo Rabîa Naz edaletê dixwazin'

  • 13:00 10 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a ku wê  ji bo Rabîa Naz li Stenbolê çalakiyan li dar bixe, bang li welatiyan kir ku tevlî çalakiyan bibin. Jinên di înîsiyatîfê de cih girtin diyar kirin ku ji bo Rabîa û hemû zarokan divê têkoşîneke hevpar bê dayîn û heta edalet pêk bê dê çalakiyên xwe bidomînin. 
 
Rabîa Naza 11 salî li navçeya Eynesîla Gîresûnê li ber xaniyê xwe mirî hat dîtin. Meclîsa Jinan ji bo edaletê ket nav hewldanan. Meclîsa Jinan dê di 13'ê Nîsanê de seat di 18.00'an de li Qada Khalkedona navçeya Kadikoya Stenbolê û heman demê jî li gelek bajaran çalakiyan li dar bixe. Meclîsa Jinan ji bo tevlîbûna çalakiyan bang li welatiyan kir. 
 
Meclîsa Jinan di daxuyaniya ku da  de ev tişt got: "Mirina Rabîa Naz a 11 salî bi guman e. Hat îdîakirin ku Rabîa întîxar kiriye û xwestin ser bûyerê bigirin. Salek ser întîxarê derbas bûye û heta niha tiştek nehatiye kirin. Li gorî rapora Tiba Edlî Rabîa bi travmaya bedenî jiyana xwe ji dest daye. Lê maşîneyê ku Rabîa xistî nayê lêkolînkirin. Bavê Rabîayê Şaban Vatan gotibû ku pisporê tiba edlî, polîs û dozgerî mirina bi guman lêkolîn dikin û daneyan digirin, lê heta niha derbarê xwediyê maşîneyê lêkolîn nehatiye kirin. Tê gotin ku xwarziyê şaredarê berê yê AKP'ê bersûc e lê ev tişt jî nayê lêkolîn kirin."
 
Di daxuyaniya Meclîsa Jinan de hat destnîşan kirin ku li gel mirina Rabî Naz nayê lêkolînkirin, bavê Rabîayê Şaban ji hêla kesên ne diyar ve tên gilî kirin û tê binçavkirin. Daxuyanî wiha dom dike: "Ji bo Şaban jî tê îdîakirin ku kêm aqil e. Ev tişt ji bo malbatê bêdeng bikin tê kirin û ne rast e. Ji bo ronîkirina mirina Rabîayê tişteke nayê kirin. Em ji bo Rabiayê edalet dixwazin. Em ê şopdarê vê bûyê bin. Tiştên ku bê kirin diyar e, peywirdar divê peywira xwe pêk bînin. Em ê bibin dengê malbata Rabîayê. Edalet em in, em bêdeng nabin."