'Leyla Guven pêşenga serdemê ye'

  • 11:06 10 Nîsan 2019
  • Rojane
SILÊMANÎ - Dîroknas Leylan piştgiriya xwe ya ji çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven anî ziman û wiha got: “Piştî Arîn Mîrkan, Avesta û Zekiye Alkanan, Leyla Guven pêşenga serdemê ya jinên Kurdan e.”
 
Dîroknas Şefîqe Elî ya bi navê Leylan tê naskirin,  xwediyê gelek pirtûkan e û temenê wê 84 salî ye. Leylan piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda ser Abdullah Ocalan kir û ajansa Rojnewsê re axivî. 
 
Leylan silavên xwe ji bo Leyla Guven şand û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez çavê Leyla Guven maç dikim. Piştî Arîn Mîrkan, Avesta û Zekiye Alkanan Leyla pêşenga serdemê ya jinên Kurd e. Ez di wê hêviyê de me ku wê çalakiyên greva birçîbûnê bigihên armanca xwe. Wê serkeftin a Gelê Kurd be û mirin ji bo dagirkerên Kurdistanê be. Kesên ku alîkariya dagirkeran dikin xiyanetê dikin. Wê bi nêrînên Ocalan hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn azad bibe. Ji ber ku hemû mirovatî û nivîsên Ocalan rastiyeke ji bo têkoşînê ye.”
 
Leylan bêdengiya aliyên siyasî ya hemberî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rexne kir û wiha got: "Her kesê ku helwestek li hemberî tecrîda ser Ocalan nîşan nede û xwedî li Ocalan dernekeve, xiyanetkar e. Divê herkes piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bike. Pêwîst e parêzer Ocalan bibînin, ger ev yek pêk were wê çareseriyek ji bo gel were dîtin.”