Jinan li Amedê meş li dar xistin

  • 10:36 10 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Jinê Amedî ji bo piştgiriyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê û Leyla Guven li Navçeya Rezanê çalakiya dengderxistinê li dar xistin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven 154 roj in li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ye. 116 roj in bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehan grevên birçibûnê didomînin. Duh êvarê li Navçeya Rezana Amedê jin ji bo piştgiriyê bidin berxwedêran meşek li dar xistin û çalakiya dengderxistinê pêk anîn. 
 
Jinan dirûşmên wekî "Bijî berxwedana zindana”, “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin. Şêniyên taxê jî piştgirî da çalakiyê.