'Dê çalakiya nobetê ya li ber Girtîgeha Gebzeyê bidome'
- 10:27 10 Nîsan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - 6 xizmên girtiyan yên li ber girtîgeha Gebzeyê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan, Însiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê diyar kirin ku dê li ber girtîgehê nobeta xwe bidomînin.
Girtiyên siyasî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyên siyasî duh li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de 6 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyan 6 kes serbest hatin berdan.
Însîyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek da û wiha got: "Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Gebzeyê dest bi nobetê kirin. Duh 2 caran çalakî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Lê belê malbat di çalakiyên xwe de bi israr in. 6 kesên ku hatin binçavkirin piştî îfade dan hatin berdan. Çalakiya me dê di cihê mayî de bidome. Em bang li gelê xwe, raya giştî, hêzên çepgir, akademîsyên û nivîskaran dikin û dibêjîn ji bo malbat û girtiyan piştevaniya xwe li pêş bixin. Ji bo pêşeroja xwe deng bidin zindanan."