Li Şehbayê ji bo rizgarkirina Dêre Zorê şahî hat lidarxistin

  • 10:16 10 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Tevgera Kevana Zêrîn şahiyek ji bo pîrozkirina rizgarkirina Dêre Zorê hat lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Tevgera Kevena Zêrîn a Efrînê şahiyek ji bo serkeftina hêzên QSD’ê li Dêre Zorê, bi beşdarbûna hemû gelên Efrîn û Şehbayê li qada gundê Maretê ya navçeya Ehdas a girêdayî Kantona Şehbayê rizgarkirina Dêre Zorê pîroz kirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Leyle Guven û têkoşerên berxwedana Serdemê hat xemilandin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin  ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin li ser navê  Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen ve hat kirin, di axaftinê de wiha hat gotin: "Em rizgarkirina Dêre Zorê û binketina çeteyên DAIŞ'ê li hemû gelan û li şervanên YPJ/YPG û QSD'ê pîroz dikin. Berxwedaniya zîndanan bi pêşengiya Leyla Guven  dest pê kir  îro li tevahî cîhanê belav bû."  
 
Her wiha Denîz İbrehîm û Niyazî Sîdo hunerên xwe pêşkeş kirin. Koma Amara ya  girêdayî Kevena Zêrîn stranên xwe pêşkêş kirin. 
Jinên ku beşdarî şahiyê bûn nêrînên xwe bi Ajansa me re parve kirin û gotin: "Em hemû jinên Efrînê rizgarkirina Dêre Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz dikin, em şagirtên felsefeya Serok Apo ne tu carî serê xwe ji dijmin re natewînin."
 
'Wê dawî li dagrikeran were'
 
Zaxo  Husên  di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serkeftina YPJ'ê û wiha got: "Em ji bo serkeftina şervanên YPJ/YPG û QSD'ê kom bûne. Jinên Êzidî zilm û zordarî ji destê DAIŞ'ê kiribûn îro bi pêşengiya YPJ'ê tola jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ'ê hat hilgirtin. Em ê bi rihê berxwedana zindanan û bi vîna Leyla Guven tecrîdê hilweşînin û Efrînê jî azad bikin."
 
'Heta dawiyê têkoşîn'
 
Hacer Sulêmen jî li ser serkeftina Dêre Zorê axivî û wiha pê de çû: "Em hemû jinên Efrînê rizgarkirina Dêre Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê  pîroz dikin. Efrîn jî wê weke Dêre Zorê were rizgarkirin û em ê dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên terorê li Efrînê bînin, heya bajarê me ji destên çeteyan rizgar bibe, em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin."
 
'Em ê Serok Apo bi îradeya gelê kurd azad bikin'
 
Raniye Husên jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û  wiha vegot: "Hêzên YPJ/YPG û QSD'ê bi hemû hêz û îradeyên xwe li Dêre Zorê dawî li çeteyên DAIŞ'ê anîn, em ê Efrînê jî bi pêşengiya jinan rizgar bikin û tecrîda giran li ser gelê kurd û bi taybet di şexsê Rêber Apo de em ê bişkînin û Rêber Apo azad bikin."
 
'Bi rihê berxwedana zindana serî hildin, Efrînê rizgar bikin, tecrîdê têk bibin'
 
Endama Tevgera Kevana Zêrîn Ronahî Şêxo jî got: "Bi boneya rizgarkirina Dêre Zorê û binketina çeteyên DAIŞ’ê me çalakî li dar xist. Em weke gelê Efrînê serkeftina QSD’ ê pîroz dikin, gelê Efrînê jî bi dirûşma 'Bi rihê berxwedana zindanan serî hildin, Efrînê rizgar bikin, tecrîdê têk bibin' bi coşek mezin tevlî vê şahiyê bûn da ku hêviya gelê Efrînê ew e ku serkeftina Efrînê jî nêz e."
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.