'Divê em Kurdistanê wekî dayik, ax û war bibînin'
- 09:01 10 Nîsan 2019
- Rojane
Binevş Sarya
KOBANÊ - Uveyş Ocalan di destpêkê de li hemberî hevjînê xwe yê yekem ê ku jinek kuştiye derdikeve. Wê çavên xwe ji sûcê wî re negirt û li hemberî civaka paşverû û feodal serî hilda. Wê bi sekna xwe ya serhildêr û şerûd şopa xwe hişt. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje: "Bandora hêza dayikê, şerûdiya dayikê bû sedem ku ez li ser pirsgirêka jinan rawestim.”
27 sal ji ser wefata dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan re derbas bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Uveyş Ocalan dibêje: "Min terbiyeya herî mezin ji dayika xwe girt". Uweyş Ocalan li Gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê hat dinê. Di temenê biçûk de bi kesek ji gundekî nêzî wan re tê zewicandin. Dibe şahidê kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedema cezagirtina wî. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Dayika Uveyş piştî vê yekê vedigere ba malbata xwe û bi Omer Ocalan ji heman gundî re dizewice. Ji vê zewacê sê kur û çar keçên wê çê dibin.
Dayika Uveyş ji ber nexweşiya şekirê li Edeneyê tedawî dibîne lê dawiyê lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek a li wê derê di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil wefat dike. Cenazeyê wê li gundê Amarayê yê gelek jê hez dikir tê definkirin.
Serhildana yekem li hemberî paşverûtiya feodal e
Dema ku wê di 4’ê nîsana 1949’an de zarokek anî dinê nizanibû ku ew ê bibe rêberek û çarenûsa gelê kurd biguherîne. Uveyş Ocalan bi serhildana li hemberî sûcê hevjînê xwe li dijî civaka feodal derket. Ew xwedî kesayetek şerûd, serhildêr lê ewqas jî parveker bû. Bi îhtîmala ku kurê wî Abdullah Ocalan rojek vegere deriyê mala xwe tu carî mifte nekir. Kesayeta wê ya serhildêr û têkoşer îro bi têkoşîna jinên kurd re dijî. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek caran di analîzên xwe de behsa kesayet, sekin û keda dayika xwe dike û dibêje ku gelek tiştan jê hîn bûye.
'Min terbiyeya herî mezin ji dayika xwe girt'
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê dayika xwe de wiha dibêje: "Nakokiyên min ên bi malbatê re pir zû dest pê kirin. Ev yek bû sedem ku bi xwe re pêşveçûnan tayîn bike. Divê ez vê jî bi bîr bixim ku dibû ez zarokek serîtewandî bûma, lê dayika min li gorî nakokiyên xwe min teşwîqê şer kir. Ez dikarim bibêjim ku min terbiyeya herî mezin ji dayika xwe girt. Min di helwestên dayika xwe de vê ev yek dît. Ger tu bi dijminên xwe re şer nekî tu nikarî nan bixwî û tu carî nikarî bijî! Ev yek ji bo perwerdeyê taybetmendiyeke girîng e. Dayika min li hemberî kesên ji xwe re dijmin didît têkoşer bû. Mînak dema ku zarokek sîleyek li min dida heta min tola xwe jê negirta min nedigirt hundir digot: 'Tu dê biçî lêdî tola xwe jê hilînî.'
‘Divê hêjahiya wê were teqdîrkirin’
Abdullah Ocalan dibêje:"Dayika min hestek wiha bi min re afirand. Tu xwe bispêrî min, piştgirî û alîkarî ji min bigirî, wisa bi girîn û gazin nikarî bijî. Divê teqez tu bi xwe bersiv bidî. Ev yek dibe sedema hestê xwegihîştin û tolhildanê. Dayika me nehişt em mexdûr bibin. Li gund ji dayika min navdartir kesek tune bû. Ew bahoz bû, serhildêr bû. Pir dikir qîreqîr û dijûn dikir. Jin bûya mêr bûya ji tu kesî neditirsiya. Mirov dikare bibêje ew xwedî kesayetek ecêb bû. Ger wisa nebûya dibû ku ez kesekî pir pasîf bûma. Bi gotina wê pir pasîf û li hemberî her tiştî zarokek serîtewandî. Ji ber vê yekê divê mirov taybetmendî û hêjahiya wê teqdîr bike."
'Min dixwest ez ewladek bi awayek din bûma'
Abdullah Ocalan bi bîr dixe ku dayika wî jê qumaşê fîstanek xwestiye lê wî hurmeta xwe ya ji bo dayika xwe bi awayek din nîşan daye û wiha dibêje: “Tevî ku min hinek pere qezenc dikir jî ez qet nefikirîm ji dayika xwe re diyarî bikirim. Dibe ku ev yek ji bo wê ne xweş be, lê li gorî min diviyabû ewladî cudatir bûya. Ez nebûm ewladek li gorî daxwaza wan lê lêgerîna min a di vî warî de hebû. Li gorî min ji bo layiqbûna wê pêwîstî bi avakirina şer, raman û nirxên ji bo Kurdistanê hebû. Tevî hemû nakokî pevçûnan jî liyaqeta ji bo dayikê wiha pêkan e. Me tevgerek ava kir. Em ji têkiliya dayik û kurek a têkçûyî û qedandî ber bi têkiliya welatparêzî û welat ve çûn û ev yek a herî watedar û mezin bû."
'Bandora hêz û şerûdiya dayikê'
Abdullah Ocalan wiha didomîne:"Ger ji bandora dayika min nebûya gelo ez ê wiha nêzî jinan bibûma? Bandora wê ya li ser min bû sedem ku ez bala xwe bidim ser jinan. Hêza dayikê, şerûdiya dayikê min ber bi pirsgirêka jinan ve bir. Bandora jineke wiha, jineke ku nexwest bikeve bin bandora desthilatdariya mêr jixwe pir berbiçav e."
'Divê em Kurdistanê wekî dayik, ax û war bibînin'
Abdullah Ocalan herî dawî wiha dibêje:"Dayika min di wesiyeta xwe de gotiye: "Li ser navê min pir xêran bikin pir dua bikin. Xêr û duayê me têkoşîn e. Divê em Kurdistanê û dayikê yek bizanibin. Divê em Kurdistanê wekî dayik, ax û war bibînin, binirxînin, azad bikin û wateyê bidinê."